Li Munîhê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd hatin nasandin

Enternasyonalîstan li Munîhê ji bo danasîna pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke lidarxistin.

Reîmar Heîder ku pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergerandine weke axaftvan beşdarî çalakiyê bû.

Heîder diyar kir ku pêwîstiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê jî bi projeyên "Neteweya Demokratîk" û "Konfederalîzma Demokratîk" heye û wiha got: "Îdeolojî û rola Abdullah Ocalan li cîhanê girîng e."

Reimer Heider bal kişand ser projeyên wekî "Rêveberiya xweser", "Ekolojî û herêm", "Aborî û herêm", "Azadiya jinê û jin", "Pêvçûnên fikran", "Ciwan" û "Dewlet û demokrasî" û ev tişt anî ziman: "Îdeolojiya Abdullah Ocalan ne tenê li Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê ji gelek kesan re tiştên ku pêşkêş bike hene."

Reîmer Heîder bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û wiha domand: "Tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan tê meşandin, li ser gelê Kurd jî tê meşandin. Ev rewş digihê heta Rojava."

Panel bi pirs û bersivan berdewam kir.