Li Munchenê roja fêhmkirin û naskirina Abdullah Ocalan

Komeleya Çanda Kurd a Munchenê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 'Roja Fêhmkirin û Naskirina Rêbertî' lidar xist. Nêzî 20 ciwan tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de beşdaran pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin û hewl dan fikrê wî fêhm bikin.

Di dawiyê de jî li ser mijarên hatin xwendin nîqaş hatin kirin û beşdaran fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şîrove kirin. Ciwanan bi taybetî pirtûka 'Azadî wê bi ser bikeve' xwendin.

Biryar hate dayin ku rojên xwendinê timî bêne lidarxistin.