Li Marsîlyayê hezaran kesî zext protesto kirin
Destgîrkirina 12 Kurdên roja Sêşemê li Fransayê hatîn destgîrkirin ji aliyê hezaran kesan ve li bajarê Marsîlyayê hate protestokirin
Destgîrkirina 12 Kurdên roja Sêşemê li Fransayê hatîn destgîrkirin ji aliyê hezaran kesan ve li bajarê Marsîlyayê hate protestokirin
Li bajarên Fransa yên weke Parîs, Marsîlya û Draguîgnanê roja 23’ê Adarê operasyonên hemwext yên li ser Kurdan pêk hatî de nêzî 12 Kurd hatibûn destgîrkirin. Îro jî 4 kes ji bo îfadedayînê ji aliyê polîsan ve çûn qereqolê.
Kurd û dostên wan li dijî polîtîkayên krîmînalîzasyonê di saet 13.00 de li Meydana Canabîere kom bûn lê dîsa rastî astengiyên polîsan hatin.
Polîsan xwestin bi girtina nasnameyên komê ceza li wan bibire. Lê ji ber ku komê li dijî polîsan bertek nîşan da polîs jî neçar man ku dev jê berdin.
Çalakgeran bi berdewamî dirûşmeyên “Terorîst Erdogan” û “PKK em in” qêr kirin. Her wiha di çalakiyê de dowîzên bi nivîsa “Mirovahî deyndarê gelê Kurd e” û “Fransa alîkarî dide îtîfaqên DAÎŞ’ê” hate bilindkirin.
Kurdan bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê CPT jî kirin ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bikevin tevgerê.
Di axaftinek ya li ser navê Navenda Civaka Demokratîk (DTM) hatî kirin de bertek nîşanî dewletên Tirk û Fransayê kir û wiha got: “Em ê li qadan bin.”
NCDK ji bo meşa roja şemiyê ya li Marsîlyayê wê were lidarxistin jî banga tevlîbûnê kir.