Li Mantes la Jolie û Marsîlyayê çalakiyên şermezarkirinê

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li bajarê Mantes la Jolie yê Fransayê hatin şermezarkirin. Li Marsîlyayê jî biryara DYE'yê ya li dijî sê rêveberên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hate şermezarkirin.

Li bajarê Mantes la Jolie yê Fransayê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN bi çalakiyekê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Çalakî li ber strasyona trenê pêk hat û bi zimanê Fransî pankartên bi nivîsa "Em berxwedana li Zap, Metîna û Avaşînê silav dikin" û "Azadiya Ocalan azadiya me ye" hatin hildan.

Di çalakiyê de pêngava seferberiyê hate bibîrxistin û ji bo xurtkirina berxwedana li dijî dagirkeriyê bang hate kirin. Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, biryara DYE'yê ya li dijî sê rêveberên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hate şermezarkirin.

Ciwanên ku li Belle de Mai li hev civiyan pankartek ji wêneyên sê rêveberên PKK'ê hildan û meşiyan.

Di meşê de dirûşmên "Bijî PKK", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.