Li Mannheîmê li dijî êrîşên qirkirinê mîtîng hat lidarxistin

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê, li Mannheîmê bi mîtîngekê hate protestokirin.

Li bajarê Mannheîmê ê Elmanayayê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat protestokirin.

Girseya ku li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan, ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin.

Di mîtîngê de gelek pankartên ku êrîşên dewleta Tirk teşhîr dikin û parastina Şoreşa Rojava dikin û alên YPG, YPJ’ê hatin hildan. Banga “Rojava biparêzin” hat kirin û hat gotin ku parastina Rojava erka hemû mirovahiyê ye.

Di mîtîngê de danezana bi Elmanî hate xwendin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG/YPJ”, “Şehîd namirin” û “Kujer Erdoğan” hatin berzkirin.