Li Mannheîm û Bordeaûxê şehîd hatin bibîranîn
Li Mannheîmê 29 Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku li Dêrîkê bûbûn, di şexsê Şehîd Xwînrêj Temê de hatin bibîranîn, li bajarê Bordeaûxê jî Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn
Li Mannheîmê 29 Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku li Dêrîkê bûbûn, di şexsê Şehîd Xwînrêj Temê de hatin bibîranîn, li bajarê Bordeaûxê jî Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn
Ji bo 29 Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di êrîşa qirkirinê ya dewleta Tirk de li Dêrîkê şehîd bûbûn, li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Merasîma bîranînê di şexsê şehîd Xwînrêj Temê de ji bo hemû şehîdên Rojava bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Pismamê Şehîd Xwînrêj, Saîd Temê di bîranînê de axivî û diyar kir ku Şehîd Xwînrêj û 28 hevalên wî yên ku pê re şehîd bûn, erka xwe ya şoreşgerî bi fedakariyeke mezin pêk anîne û got ku ew weke malbat serbilind in.
Bavê şehîd, Mihemed Temê jî bi rêya telefonê beşdarî bîranînê bû û wiha got: “Di vê rêya me de wê hêza kesî nikaribe me. Her ku hûn li cihê ku lê ne, Rojava biparêzin, bîranîn û şînan organîze bikin û tevlî xebatan bibin, hûn jî Xwînrêj in. Ji ber vê bila serê Rêber Apo û gelê Kurd sax be. Şehîd namirin.”
Piştre siyasetmedar Kemal Aktaş mafê axaftinê girt. Aktaş got ku ew ê armancên şehîdan pêk bînin.
Aktaş bi bîr xist ku komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 25’emîn de ye û got ku Abdullah Ocalan komployê pûç kiriye. Siyasetmedar Aktaş, anî ziman ku gelê Kurd êdî bûye xwedî îrade û wiha berdewam kir: “Ev gel wê tu astengiyan nas neke û wê li berxwe bide. Li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilat; her li ku derê Kurd hebin, wê xwedî li nirx û şehîdên xwe derbikevin. “
Piştre Nûnerê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zeynep Zelal axivî. Zelal, anî ziman ku Kurd ji rojên ku wê çarenûsa wan diyar bike re derbas dibin û wiha axivî: “Ji sala 1980’an ve hin malbatên me deriyên xwe heta dawî ji Tevgera Azadiyê re vekirin. Yek ji wan malbatan jî, malbata Temê ye. Deriyên xwe ji rêxistinê re vekirin û gelek şervan dan. Ev gel wê gav paşde navêje. Wê têkoşîn, şehîd û şervanên xwe bi tenê nehê. Ma kesî texmîn dikir ku wê dayikên me çekê rakin û bi berdala canê xwe parastina xaka xwe bikin. Cîhan wan di Şoreşa Rojava de dît. Kes nikare tu carî gelekî wiha têkoşer têk bibe.”
Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk Dexil Rojava jî têkîldarî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
BORDEAÛX
Li bajarê Bordeaûx yê Fransayê Şehîdên Meha Cotmehê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin bibîranîn.
Di çalakiyê de têkîldarî geşedanên dawî yên siyasî, rewşa rêxistinî, êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û berxwedana heyî axaftin hatin kirin.