Li Lûzernê şehîd hatin bibîranîn

Gerîlayên ku di demên cihê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn, li Lûzernê hatin bibîranîn.

Li Navenda Civakî ya Kurdistaniyan a Demokratîk a li Lûzernê ji aliyê Komîsyona Malbatên şehîdan gerîlayên HPG’ê Avaşîn Ûmût (Melek Demîroglû), Tolhildan Agirî (Medya Unver), Devrîm Mazlûm (Devrîm Kara) û Rewşan Antep (Rahşan Şen) hatin bibîranîn.

Bibîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Di bibîranînê de xizmên şehîdan axivîn.

Çalakiya bibîranînê bi sloganên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.