Li Lûzernê çalakiya li dijî dagirkerî û xiyanetê

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, ku bi piştgiriya PDK'ê têne kirin, li bajarê Lûzern ê Swîsreyê hatin şermezarkirin. Her wiha Necmedîn Feysel ku di êrîşa li ser wesayita Jin TV de şehîd bû, hate bîranîn.

Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Lûzernê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) Kurdistanî li ber Bahnhofplatzê li hev kom bûn û çalakiyek lidar xistin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir.

Di çalakiyê de ku li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re dirûşm hatin qîrîn û bi navê TCŞ û TêkoJIN Sarîna Kara bi Elmanî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de işaret bi qetilkirina sivîlan hate kirin û hate gotin, "Li Rojava jî dewleta Tirk a faşîst li pey provokasyonan e. Bi êrîşan û rêbazên şerê taybet ên li dijî jinan, êrîşî têkoşîna jinan û çapemeniya azad dike. 23'ê Tebaxê dewleta Tirk a faşîst bi piştgiriya PDK'ê êrîş kir û xebatkarê Jin TV Necmedîn Feysel şehîd bû, nûçegihan Delîla Egîd jî birîndar bû. Em van êrîşan şermezar dikin, êrîşên li dijî çapemeniya azad şermezar dikin."

Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.