Li Lozanê ji bo çalakvanên fedaî şîn hat danîn
Ji bo çalakgerên fedaî Ozkan Şahîn (Rojhat Zîlan) û Hasan Ogûz (Erdal Şahîn) li bajarê Lozan ê Swîsreyê şîn hat danîn.
Ji bo çalakgerên fedaî Ozkan Şahîn (Rojhat Zîlan) û Hasan Ogûz (Erdal Şahîn) li bajarê Lozan ê Swîsreyê şîn hat danîn.
Ji bo Ozkan Şahîn (Rojhat Zîlan) û Hasan Ogûz (Erdal Şahîn) ên ji Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan ku li Enqereyê li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakiya fedaî kirin, li bajarê Lozan ê Swîsreyê şîn hat danîn.
Şîn ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê hat lidarxistin û xizmên Erdal Şahîn, Meclîsên Konseya Kurd a Demokratîk (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û bi sedan Kurdistanî beşdar bû.
Di şexsê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn de deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Lozanê axaftin hat kirin. Di axaftinê de hat gotin ku dewleta Tirk ku bawer dikir Tevgera Azadiya Kurd hatiye asta qedandinê, bi vê çalakiya fedaî ya li Enqereyê hevsengiya xwe winda kir.
Piştre nameya Erdal Şahîn a beriya çalakiya fedaî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jin û gelê Kurd nivîsandiye û armanca çalakiyê radigihîne, hat xwendin.
Piştî xwendina nameyê, nûnerê KOMAW’ê Mustafa Karahan sersaxî ji malbatê re xwest û got: “Piştî vê nameyê em çi bibêjin jî wê kêm bimîne.” Karahan diyar kir şehîd bi vê çalakiya xwe ji tecrîda mutleq ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zextên li ser gelê Kurd û ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê re bûne bersiv.
Birayê Erdal Şahîn, Firat Oguz jî wiha got: “Di serî de divê bê gotin bandora vê çalakiyê gelekî xurt bû ku di pêvajoyeke wiha giran de pêk hat. Serê Partiya me, Rêbertiya me û gelê me sax be.”
Xizmê Erdal Şahîn, Azê Botan diyar kir ku nameya Erdal Şahîn li pey xwe hiştiye, ji bo bersivdayîna pêvajoyê bi nirx e.
‘DEMA ÇALAKÎ Û PRATÎKÊ YE’
Siyasetmedar Adil Botan debarê çalakiya fedaî ku bi pêşketina dîrokî ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurd pêk hatiye û pêvajoya siyasî ya dawî nirxand.
Botan bang li her kesî kir ku li dijî êrîşên îmhayê yên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşînê mezin bikin û bi berpirsiyarî tevbigerin.