Li London û Bordeaûxê Kompoloya 9’ê Cotmehê hat protestokirin
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Însiyatîfa Jinên Kurd a Londonê bi çalakiyekê Kompoloya 9’ê Cotmehê hat protestokirin û peyama “Ji bo azadiyê berxwedan û têkoşîn" hat dayîn.
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Însiyatîfa Jinên Kurd a Londonê bi çalakiyekê Kompoloya 9’ê Cotmehê hat protestokirin û peyama “Ji bo azadiyê berxwedan û têkoşîn" hat dayîn.
Kurdistaniyên li Londonê dijîn bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xistin. Bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Îngilistanê û Însiyatîfa Jinên Kurd a Londonê bi sedan kes li ber Civic Centre hatin ba hev. Di çalakiyê de girseyê alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, YPG û YPJ’ê, dowîzên ku dagirkeriya Tirk protesto dikin hatin hildan.
Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Hêrsa girseyê ya li dijî dewleta Tirk û faşîzma Erdogan di asta herî jor de bû. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor”, “Bimre xiyanet û hevkarî” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de dirûşmeya herî balê dikêşe li ser xwe ji aliyê ciwanan ve “Em ê ji bo azadiya Rêber Apo şer bikin” hate berzkirin.
‘PLANA KOMPOLGERAN TÊK ÇÛ’
Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal axivî. Akbal anî ziman ku bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat armanckirin ku Rojhilata Navîn veguherîne dojehê û gelan bike dijminê hev. Akbal da zanÎn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradîgmaya azadiyê ya ku pêşxistibû komplo û komploger têk bir û got: “Komploya qirêj û bêexlaq hat pêşxistin. Ev komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd û Rojhilata Navîn hate kirin. Lingek yê komployê jî Îngilistan bû, ku rolek mezin ê di parçekirina Kurdistanê de girtîbû. Lê belê Rêber Apo bi paradigmaya xwe komplo vale derxist.”
‘AZADIYA ABDULLAH OCALAN AŞTIYA ROJHILATA NAVÎN E’
Akbal diyar kir ku divê li dijî dagirkirina Kurdistanê têkokoşîna topyekûn bê meşandin û got: “Eger em tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin û azadiya wî misoger bikin, wê hemû gel bigihêjin aştiyeke bi rûmet. Ji bo aştiya Rojhilata Navîn û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê şerê şoreşgerî berfireh bikin. Îro her kes dibîne ku rêya aştî, azadî, wekhevî di fikrên Rêber Apo de derbas dibe.”
Piştî axaftina Akbal, girseyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” tilîlî û çepikan dest bi meşê kir. Meş heta li ber avahiya KCC’ê berdewam kir. Li vir sînevziyon hate pêşandan û li ser rewşa siyasî civîna gel hat kirin.
BORDEAÛX
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, li bajarê Bordeaûx ê Fransayê bi meşekê hate protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan di saet 13.00’an de li qada Place de Bourse hatin ba hev û li vir dest bi meşê kirin. Meş heta qada Victoire berdewam kir. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Meş bi xwendina daxuyaniya Kurdî û Tirkî bi dawî bû.
LI GROSSETO CIVÎN
Li aliyê din di civîna gel a li navçeya Grosseto ya herêma Toscana ya Îtalyayê de Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin, tecrîda girankirî ya nêzî 32 mehan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Rojava hatin nirxandin. Di civîna ku li ser navê Komîteya Gelê Kurd de daxuyanî hatin dayîn, ji bo hişyarkirina raya giştî banga tevlêbûna xurt a pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, hatin kirin.
Mijarek din a civînê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bû. Di civîna bi tevlêbûneke xurt de bang hate kirin ku 10’ê Cotmehê roja Sêşemê saet di 12.30’an de li bajarên Pîsa û Floransa yên herêma Toskana meşên hemwext bên lidarxistin.
LI PARÎSÊ CIVÎNA CIWANAN
Li banliyoya Grîgny ya paytexta Fransa Parîsê, ciwanan bi boneya Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan civînek li dar xistin. Civîna ku di şexsê Rojhat û Erdal ên li Enqereyê çalakiyên fedaî pêk anîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên şoreşê dest pê kir, armancên Komploya 9’ê Cotmehê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin.