Li Londonê ji bo Dayikên Şemiyê çalakiya hat li darxistin

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Îngilîstanê li Meydana Trafalgar a Londonê ji bo Dayikên Şemiyê çalakiya piştgirî li dar xistin. Di çalakiyê de hat gotin ku xezeba dayikan wê kujeran bifetisîne.

Endamên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Îngilîstanê ku Kurd, Elewî, rêxistinên çep ên şoreşger û herêmî jî di nav de hene, ji bo piştgirîdayîna Dayikên Şemiyê li Qada Trafalgar a Londonê hatin cem hev.

Girseya ku pankarta “Terora dewletê ya li ser Dayikên Şemiyê rawestînin” û wêneyên şoreşger û welatparêzên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine windakirin hilgirtin, terora polîsan a heftane ya li dijî Dayikên Şemiyê bi çalakiya rûniştinê protesto kirin.

Nûnerên saziyan li vir axaftin kirin. Di axaftinan de hat gotin ku Dayikên Şemiyê yên ji bo xizmên xwe yên 967 hefte ne hatin windakirin li Qada Galatasarayê hatin cem hev, rastî terora polîs û dewletê hatin. Di daxuyaniyan de diyarkirin ku ev kes tenê hewl didin aqûbeta xizmên xwe bibînin û wiha hat gotin: "Em bi Dayikên Şemiyê re ne û ji bo aqûbeta windayan derbikevin em ê li kolan û qadan bin. Dewlet dê hesabê sûcên xwe bide. Fêrbûna aqûbeta welatiyên me yên hatine windakirin mafekî mirovî ye û ji bo pêşerojeke birûmet divê ev yek bê ronîkirin. Em tundiya polîsan a li hemberî van dayikan û xizmên wan ên hatine windakirin şermezar dikin. Em ê têkoşîna xwe ji bo bidawîkirina vê pêkanînên dijmirovahî bidomînin. Hêrsa dayikan wê qatilan bifestisîne. Berxwedana dayikan rûmeta me ye."

Çalakiya ku li meydana navdar Trafalgar a Londonê hat lidarxistin ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat, der barê çalakiya Dayikên Şemiyê de agahî hatin dayîn.