Li Kûleya Eîffelê pankarta ‘ji Ocalan re Azadî’ hate daliqandin

Li paytexta Fransa Parîsê ciwanên Kurd pankarta ‘ji Ocalan re Azadî’ li Kûleya Eîffelê daliqandin.

Ciwan û jinên ciwan ên Kurd yên li paytexta Fransa Parîsê dijîn tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Ciwanan piştgirî da grevên birçîbûnê yên bêdawî-bêdorveger ên bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin.

Ciwanên Kurd derketin Kûleya Eîffelê û pankarta ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya 7 metre dirêj ya bi zimanê Fransî daliqand.

Ciwanên çalakî lidarxistin, diyar kirin ku ew ê tu caran tecrîda li ser Ocalan qebûl nekin.