Kurdên li Kopenhagê, li ber Parlamentoya Danîmarkayê kon vegirt.
Çalakî wê sê rojan li ber xwe bide. Li çalakiya di çarçoveya pêngavê de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd 10’ê Cotmehê dest pê hat kirin, belavokên pirtûk û fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser, hatin belavkirin.
Çalakî wê heta 26’ê Cotmehê saet di navbeyna 10.00 û 16.00’an de li dar bikeve.
Li Den Haagê ku bajarekê Hollandayê ye, bi heman mebestê dest bi çalakiya vegirtina kon hat kirin.
FRANKFÛRT
Li Frankfûrtê ku bajarekê Elmanyayê ye, çalakiya vegirtina kon saet di 12.00’an de li Haupwacheyê dest pê bû.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) çalakî organîze kiriye. Çalakî wê bi sê rojan li ber xwe bide. Roja pêşîn a çalakiyê belavok li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin.