Li Kolnê şehîd hatin bibîranîn banga geşkirina têkoşînê hate kirin
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn û li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk banga geşkirina têkoşînê hate kirin.
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn û li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk banga geşkirina têkoşînê hate kirin.
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi organîzekirina KOMAW, FED-MED, NRW, YJKE û Yekîtiya Hêza Demokratîk şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn
Çalakî li qada Koln Deûzer Werftê hate lidarxistin. Hevseroka FED-MED’ê Ayten Sunger di bîranînê de axivî û got “Li her çar parçeyên Kurdistanê her roj şehîdên me hene. Di meha Gulanê de jî gelek şehîdên me hene. Şehîd peywir û girêdayîbûna met tînin bîra me.”
Hevserokê Federasyona Medê Engîn Sever jî got “Di şexsê Leyla Agirî û Sînan Dêrsim de hemû şehîdên me bi bîr tînim. Li hemû parçeyên Kurdistanê şerekî gelekî giran heye. Di salvegera qirkirina Ermenan de ji bo qirkirina Kurdan jî biryar hatiye stendin. Dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike lê em dizanin ku NATO piştgiriyê dide wê. 22 sal berê bi dîlgirtina Rêber Apo gotin qey wê têkoşîn biqede lê bi ser neketin. Berxwedaneke mezin hate nîşandan. Îro dixwazin komploya navneteweyî dîsa têxin meriyetê lê jin û ciwanên Kurd berxwedaneke mezin nîşan dan. Di vê têkoşînê de bi tenê berxwedana gerîla têr nake. Divê gelê me yê welatparêz piştgiriya têkoşînê bikin. Dewletên mêtinger dixwazin nirxên şehîdên me tune bikin lê ciwanên Kurd bi hêrseke mezin bersivê dide êrîşên wan.”
Di çalakiyê de Hozan Comerd ji şehîdan strand.