Li Kolnê çalakiya ji bo piştgiriya bi Dayikên Şemiyê re

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê, ji bo piştgiriya bi Dayikên Şemiyê re çalakiyek hate lidarxistin.

Êrişa polîsan a hefteya 700'î ya kombûna Dayikên Şemiyê, destpêkirina doza li dijî 46 xizmên windahiyan û parêzvanên mafên mirovan, li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Çalakî bi dirûşma "Nabe ku Dayikên Şemiyê bêne darizandin" pêk hat.

Li qada çalakiyê wêneyên windahiyên di binê çavan de hatin hildan û standa agahdarikrinê hate danîn. Her wiha li aqûbeta Hasan Ocak, Huseyîn Toraman, Seyhan Dogan, Kenan Bîlgîn, Îsmaîl Bahçecî û Gulistan Dokû û Huseyîn Galîp Kuçuozyîgît hate pirsîn ku vê dema dawiyê hatin windakirin.

Çalakî li qada Koln-Weînerplatzê hate lidarxistin û qala dîroka têkoşîna ji bo windahiyan hate kirin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Hêrsa dayikan wê kujeran bifetisîne" û "Yên winda kirin wê winda bikin" bi dawî bû.