Li Koln û Bensheîmê mîtînga 1’ê Îlonê: Navnîşana aştiyê li Îmraliyê ye
Di daxuyaniyên li Koln û Bensheîmê yên bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hatin dayîn de, gotin, “Eger Abdullah Ocalan biaxive, wê rêya aştî û çareseriyê vebibe.”
Di daxuyaniyên li Koln û Bensheîmê yên bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hatin dayîn de, gotin, “Eger Abdullah Ocalan biaxive, wê rêya aştî û çareseriyê vebibe.”
Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li bajarên Koln û Bensheîm ên Elmanyayê daxuyanî hatin dayîn.
KOLN
Platforma Ol û Baweriyên Mezopotamyayê ku ji rêxistinên Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK), Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Koordînasyona Êzidî ya Derveyî Welat, Platforma Yarsan a Ewropa, Platforma Horam Europa û Cepha Feylî Europ pêk tê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li bajare Koln ê Elmanyayê li ber stasyona trenê daxuyanî da. Nûnerên pêkhateyên Platformê û Kurdistanî tevlî daxuyaniya ku bi dirûşmeya “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan israra di şer de ye. Abdullah Ocalan mifteya aştiyê û temînata jiyana hevpar e” hat lidarxistin, bûn.
Li ser navê platformê Serokê Giştî yê Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli bi zimanê Elmanî daxuyanî da. Tûrhalli bal kişand ser vê yekê ku di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de şer, kedxwarî û her curê zext dewam dike.
Tûrhalli destnîşan kir ku pergala tecrîda Îmraliyê di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de veguheriye tecrîda li dijî Kurdistan û Rojhilata Navîn.
Tûrhalli diyar kir ku ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana hevpar a wekhev û azad a gelan diparêze, di tecrîda girankirî de ye û wiha got: “Di serî de CPT divê hemû saziyên peywendîdar, derdorên demokratîk ji bo rakirina tecrîda Îmrliyê bikevin tevgerê. Her wiha em bang li hemû saziyên ol û baweriyan dikin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî bikevin nava tevgerê.”
Piştî daxuyaniyê li ser navê pêkhateyên Platformê axaftin hatin kirin.
BENSHEÎM
Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li bajarê Bensheîm ê Elmanyayê mîtîng hat lidarxistin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.
Bi boneya rojê bi sedan name ji Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina li Êşkenceyê (CPT) re hatin şandin û bang li van saziyan hat kirin ku ji bo aştiyê gav biavêjin.