Li Kasselê li dijî êrîşên dagirkeriyê standa agahdarkirinê hat danîn
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê ji bo agahdarkirina raya giştî ji sûcên şer ên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê stand hat danîn.
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê ji bo agahdarkirina raya giştî ji sûcên şer ên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê stand hat danîn.
Li bajarê Kassel ê Elmanyay Make Rojava Green Again, Women Defense Rojava ve RîseUp4Rojava ji bo sê rojan stand danî.
Di roja dawîn a standê de sûcên şer ên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin teşhîrkirin.
Di standê de wêne, dîmen û belgeyên derbarê êrîşên ku gel rûbirû dimîne, hatin pêşandan. Her wiha broşurên têkîldarî sûcên şer ên dewleta Tirk hatin belavkirin.
Çalakvanan diyar kirin ku êrîşên îmhayê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ziyaneke mezin dide sivîlan û wiha gotin: “Rojava di sala piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê bû rêveberiya xweser, lê Tirkiye ji sala 2018’an û vir ve êrîşên qirkirinê li herêmê pêk tîne. Ji ber êrîşên dawî yên dewleta Tirk bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran ji cihê xwe bûn. Di heman demê de binesaziya herêmê ziyaneke mezin dît.
Dewleta Tirk li dijî sivîlan sûcê şer dike. Cihên sivîlan tên bombekirin, sivîl tên qetilkirin û êşkenceyê dibînin. Pisporên hiqûqa navneteweyî sûcên dewleta Tirk ên li Rojava, weke sûcên şer binav dikin. Lê dewleta Tirk van sûcan red dike. Divê demildest êrîşên dewleta Tirk bên rawestandin.”