Li Innsbruck û Bregenzê ji bo Rojava çalakî

Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk li bajarên Innsbruck û Bregenz ên Awûstûryayê hatin protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên Awûstûryayî bi meşekê êrîşên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

INNSBRUCK

Kurdistanî û dostên wan ên li Innsbruckê li hev kombûn, êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Çalakiya protestoyî ya bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Innsbruckê li ber Parlamenta Eyaleta Tîrolê hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê, li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Innsbruckê Îbo Wan axaftinek kir. Îbo Wan got, "Divê gelê me û dostên wan ên li Ewropayê Rojava bi tenê nehêlin, li her kolanê dengê gelê Rojava biqîrin, bibin çav û guhên Rojava."

Li ser navê Defend Rojava Nora axivî û diyar kir ku welatên Ewropayê di serî de Awûstûrya dema mijar dibe Kurd durû tevdigerin û li gorî polîtîkayên xwe yên berjewendiyê nêzîkatiyên xwe diyar dikin û ji ber vê yekê qetlîamên dewleta Tirk ji nedîtî ve tên.

“Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

BREGENZ

Nûnerên Partiya Azadiya Awûstûrya (FPO) jî piştgirî dan çalakiya Kurdistanî û dostên wan ên li qada Leutbûhel a Bregenzê hatin cem hev.

Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bregenzê Murad Munzur, li ser navê malbatên şehîdan Elî Mihemed Yahya û Gulê Temê axaftin kirin.

Girseyê gelek caran bê navber dirûşmeyên "Kujer Erdogan" û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.