Li Hîldesheîmê ji bo grevên birçîbûnê meş
Li Hîldesheîmê ya Elmanyayê ji bo ku tecrîd were protestokirin û xwedîderketina li berxwedana greva birçîbûnê meş hate kirin.
Li Hîldesheîmê ya Elmanyayê ji bo ku tecrîd were protestokirin û xwedîderketina li berxwedana greva birçîbûnê meş hate kirin.
Li Hîldesheîmê ya Elmanyayê bi mebesta ku balê bikişînin ser berxwedana greva birçîbûnê meşek hate kirin. Di çalakiyê de ya bi pêşengiya komuna jinan a Şehîd Meryem û saziyên ku ji herêma Salzgîtterê, gelek jin amade bûn.
Di çalakiyê de wêneyên şoreşgerên ku li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin, çalakiyên fedaî kirin, hatin hildan.
'JI ZINDANAN PEYAM HEYE'
Di çalakiyê de siyasetmedara Kurd Leyla Bîrlîk axivî û got, ''Hevalên me yên li zindanan bi berxwedana xwe ya ku bi bedena xwe dikin peyaman didin me. Bûne fedayiyên vê rêyê. Mazlûm Dogan jî bi sê darikên niftikê ev peyam dabû me''. Bîrlîk got, ''tecrîd neqede zilm wê bidome.''
Piştî axaftinan navên kesên ku di greva birçîbûnê de hate gotin û her wiha çend roj in ku di grevê de ne, hatin gotin.
Her wiha Hevberdevkê federasyona Kurdistaniyên li Bakurê Elmanyayê Letîf Karakaş jî got got peywira wan a herî mezin ew e ku li çalakiyan xwedî derkevin.
BANG
Di çalakiyê de hate gotin 6 mehan, ji Duşemê heta Înê her roj di navbeyna saet 17.00-19.00'an de li ber dêra Jakobî wê çalakiya kon were danîn û bang li gelên Hîldesheîmê hate kirin ku her kes li roj li wir hazir be.
Rojnameyên xwecih ên Elmanya Hildesheimer Allgemeine Zeitung’ û ‘Kehrwieder am Sonntag' pir bala xwe dane ser çalakiyê.