Li herêma Stavropolê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li Rûsyayê pîrozbahiyên dawî yên Pêngava 15’ê Tebaxê li Stavropolê hate lidarxistin.
Li Rûsyayê pîrozbahiyên dawî yên Pêngava 15’ê Tebaxê li Stavropolê hate lidarxistin.
Pîrozbahiyên Pêngava 15'ê Tebaxê ku li gelek herêmên Rûsyayê hatin lidarxistin, herî dawî li herêma Stavropolê hate lidarxistin.
Pîrozbahî li navçeya Novoalêksandrovskê ya herêma Stavropolê pêk hat. Kurdistaniyên ku li Mala Çandê ya navçeya Novoalêksandrovskê hatin gel hev, Pêngava 15’ê Tebaxê ku roja vejîna wan e, bi konserekê pîroz kirin.
Hevserokê Otonomiya Kurd a Stavropolê Axmedov Huseyîn got, “Kurdan bi saya têkoşîna azadiyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û Pêngava 15’ê Tebaxê, bi xwe bawer bûn. Kurd weke gel ji nû ve hatin avakirin.”
Şahî bi beşdariya hunermendên Kurdistanê Nesrîn Botan û Haci Musa û hunermendên herêmî Bazo Mamêdov, Albîna Mîraz û koma folklorê ya zarokan 'Kulîlkên Rojê' pêk hat.