Li Hannoverê tecrîd û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin

Tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Hannover ê Elmanyayê hat protestokirin.

Li Hannoverê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û TekoJIN’ê bi beşdariya Meclîsa Jinê ya Ronahî û Meclîsa Hannoverê, li dij tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Rojava mîtîng hat lidarxistin.

Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiyê destpê kir. Piştre ciwanan axivîn û gotin: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê li qadan bin û li berxwe bidin.”

Hevseroka Meclîsa Jinê ya Ronahî jî destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava ji bo tunekirina destkeftiyên Kurdan e.

Mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Îmraliyê” û “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.