Li Hannoverê Kurd, Efgan û Îraniyan bi hevre Newroz pîroz kir

Li bajarê Elmanya Hannoverê bi beşdarbûna sedan kesî Newroz hate pîroz kirin û bal hate kişandin  ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Kurdistanî, Efganî û Îraniyên li bajarê Hannover û derdora wê dijîn bi hevre Newroz pîroz kirin.

Di pîrozbahiya Newrozê de bal hate kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê.

Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre şervanên QSD’ê ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûbûn, hatin bibîranîn. Di pîrozbahiyê de peyama TKP ML TÎKKO hate xwendin, Sekeb Mosadegh (Efganistan), Rûken û koma wê, Şero Breakdance, Agîd û Koma Mam Zekî Şengalî, Mûzafer (Soranî û Goranî), Seyda Perînçek, Ciwan Çewlig, Xemgîn Bîrhat, Helbestvan Zerdeşt û Îbo Qamilo yê repçî derketin ser dikê.

Di pîrozbahiyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “bijî berxwedana zindanan” û “jin jiyan azadî” hate berz kirin. Pîrozbahî heta derengiya şevê bi govenda ciwanan dewam kir.