Li Hambûrgê Newroz hate pîrozkirin
Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê Newroz hate pîrozkirin.
Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê Newroz hate pîrozkirin.
Kurdên li Kîel, Bremen û Lubeckê tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Hambûrgê bûn.
Pîrozbahî li bazara masiyan a li Landesbruckenê hate lidarxistin. Dostên gelê Kurd jî tevlî pîrozbahiyê bûn.
Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û Hevberdevkê NCDK’ya Hambûrgê Selahattîn Irmak axivî û Newroza hemû kesan pîroz kir.
Parlementera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr feraseta qedexekar a polîsên Elmanyayê ku li dijî ala û flamayên gelê Kurd nîşan dide, şermezar kir. Ozdemîr got ku, “Hûn dikarin ala û flamayan qedexe bikin lê hûn nikarin hezkirina Ocalan a ji bo Mazlûm Dogan û Kemal Pîr ji dilê vî gelî derxînin.”
Parlementerê SPD’ê yê Hambûrgê Markûs Schreîber Newroza gelê Kurd pîroz kir û hewldana qedexekirina HDP’ê şermezar kir. Schreîber diyar kir ku divê doza Kurdan bi rêya demokratîk were çareserkirin.
Hevseroka PYD’ê Ayşe Huso jî bi telefonê tevlî pîrozbahiya Newrozê bû û diyar kir ku divê dagirkerî û zext bibe sedem ku gelê Kurd bibe yek.
Xemgîn Bîrhat, Seyda Perînçek, Kewê, Koroya TEV-ÇAND’ê ya Bakurê Elmanyayê û Koma Stêrk a Kîelê jî derketin ser dikê.