Li Fransayê helwesta civakî geştir dibe
Piştî hewldana Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a kirîna 'aştiya civakî' protesto berbelav bûn. Li hemû deverên welêt çalakiyên blokajê hene.
Piştî hewldana Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a kirîna 'aştiya civakî' protesto berbelav bûn. Li hemû deverên welêt çalakiyên blokajê hene.
Piştî çalakiyên ku bi heftiyan dom kirin û jê re 'raperîn' tê gotin Serokkomar Emnanuel Macron Duşemê li ber ekranan hin tevdîr ragihandin. Yek ji van tevdîran jî ew bû ku mehmiza kêmtirîn 100 euroyî were zêdekirin. Lê jixwe ev di nav kampanyaya hilbijartinê ya Macron de hebû.
'HEWLDANA KIRÎNA AŞTIYA SOSYAL A MACRON BI KÊR NEHAT'
Tevdîrên ku bi rengê hewldana kirîna 'aştiya sosyal' hatin nirxandin pir kêm hatin dîtin.
Daxuyaniya Macron ji hêla Qutikzeran ve pir kêm hate dîtin û daxuyaniyeke bi derengî hate nirxandin. Destpêkê hêrsa Qutikzeran a ku li dijî bihabûna sotemeniyê dest pê kirî di demeke kurt de bû koalîsyoneke ku gelek daxwazên civakî di nav xwe de vedihewîne. Ji îstîfaya Macron bigirin heta bi fesihkirina wê û banga şoreşê, gotinên radîkal derketin pêş.
LI LÎSEYAN ROJA REŞ
Sendîkaya Yekîtiya Netewî ya Lîseyan (UNL) li lîseyan 'roja reş' ragihand. Sêşemê li Parîs, Rennes, Reîms, Amîen û Montepellîerê çalakiyên blokajê hatin kirin û li gorî daneyên fermî Duşemê 450 lîseyan çalakiyên blokajê kirin.
Li gel çalakiyên blokajê yên lîseyan li hemû bajaran derketin derve. Li gel deveran bûyerên tundrew çêbûn. Serokê sendîkaya UNL'ê Louîs Boyard li dijî daxuyaniya Serokkomar helwest nîşan da û got, ''Ev 10 roj in me bi sedan lîse kirin tevgerê, ev 10 roj in hewl didin ku em ji xwe ya werin xwarê û me didin ber jopan. ''
QUTIKZER LI SER RÊYAN IN
Qutikzer xwe ji bo çalakiyên Şemiyê hazir dikin ku jê re 'Acte V'' dibêjin. Şemiyê bihurî li tevahiya welêt 125 hezar kes tevlî çalakiyan bûbûn û li Parîsê tenê 10 hezar kes derktin kuçe û kolenan. Li gel ku 89 hezar personelên ewlehiyê dana şixulandin jî nekarîbûn ku pêşî li çalakiyan were girtin. Polîsan 974 kes destgîr kiribûn.
Lîderê tevgera çepgir a Fransiz France Insomîseyê, Jean-Luc Melenchon li ser twîterê got, ''Biya min şoreşa welatiyan ActeV a ku Şemiyê wê li welatê me bibe wê bibe seferberiyeke mezin.''
NAVENDA FÎNANSMANÊN KAMÛYÊ JÎ DI GRÊVE DE NE
Li gel vê karmendên Navenda Fînansên Kamûyê jî wê heta 31'ê Kanûnê çalakiyan bikin.
Gundî li tevahiya Fransayê heftiyekê wê çalakiyan bikin. Cotkar zexta bacê ya hikûmetê, bi rengekî sîstematîk hedefgirtina wan û dahatên kêm protesto dikin.
JI RÊYA HESIN BANGA GREVÊ
Her wiha sendîka giştî ya kar CGT ji bo 14'ê Kanûnê banga li hemû rêya hesin kir ku bikevin grevê. Bi grevên SCNF û RATP'ê jî wê polîtîkayên sosyal protesto bikin.
Li gel sendîkayan wê odeyên bazirganiyê jî tevlî grevê bibin.