Li Frankfûrtê koma nû ket greva birçîbûnê
Li Frankfûrtê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bi komên nû re didome.
Li Frankfûrtê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bi komên nû re didome.
Li Frankfûrtê greva birçîbûnê ya ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, 5 roj li pey xwe hişt.
Çalakiya greva birçîbûnê her roj saet di navbera 10.00-16.00’an de li Rosmarkê ya nêzî Qada Haûtptwacdeyê tê kirin. Çalakger piştî saet 16.00’an jî greva birçîbûnê li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Frankfûrtê didomînin.
Ligel ku baran dibare û hewa sar e jî xwedî li çalakiyê tê derketin. Koma duyemîn a ku ji 25 kesan pêk tê, çalakî dewr girtin.