Li Frankfûrtê Andrea Wolf û Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn- NÛ BÛ

Jin û dostên Kurdan ên Elman ku li Frankfûrtê li hev civiyan, di şexsê Andrea Wolf (Ronahî) de Şehîdên Meha Cotmehê bi bîr anîn.

Meclîsên Jinên Kurd ên li Eyaleta Hessenê xebat didin meşandin, Women Defend Rojava û hevalên têkoşînê yên enternasyonalîst Andrea Wolf (Ronahî) ku di 23’ê Cotmeha 1998’an de li nav Tevgera Azadiya Kurd şehîd bibû, ji bo bîranîna Şehîdên Meha Cotmehê çalakiyek hevpar li salona Saalbaû Oberrad a Frankfûrtê li dar xistin.

Hevalên enternasyonalîst Andrea Wolf (Ronahî), dostên Kurdan ên Elman, malbatên şehîdan û malbata Remziye Altûg ku 22’ê Cotmehê di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser Qamişloyê de şehîd bûbû, beşdarî çalakiyê bûn.

Bîranîn di şexsê Şehîdên Meha Cotmehê de ji bo bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurd bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin.

Li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Zeynep Kara, hevalên têkoşînê yên Andrea Wolf axivîn. Enstîtuya Andrea Wolf jî ku li Rojava xebatên perwerde û lêkolînê dike, peyamek nivîskî şand.

Di çalakiyê de gelek bernameyên çandî hatin pêşkeşkirin. Ji xeynî çanda Kurdî, pêşandanên reqsê û koroya ku ji enternasyonalîstên Elman pêk tê hatin pêşkeşkirin. Koroya IDK ku destpêkê derket ser dikê, bi zimanê Elmanî stranên şoreşgerî got. Piştre Koma Bêzar derket ser dikê. Di çalakiyê de pêşandana folklorê ya Kurd jî hate pêşkeşkirin.

Aktivîstên “Gemeînsam Kampfen” jî helbestek xwendin û axivîn. Li ser navê Women Defend Rojava koma koroyê jî ji bo Andrea Wolf stranek gotin.

Di dawiya bernameyê de Hunermend Rotînda derket ser dikê. Rotîna bîranînên xwe yên bi gelek Şehîdên Meha Cotmehê re parve kir û stranên ku ji bo wan çêkiriye got.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin, jiyan, azadî” û “bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.