Li Elmanyayê polêsan avêtin ser endam û alîgirên Hamasê

Polêsên Elman danê sibehê avêtin ser malên endam û alîgirên ku tê îdîakirin têkiliya wan bi rêxistinên Fîlîstînî yên Hamas û Samîdûn re hene.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundirîn,  hin operasyonên curbecur li dijî endam û alîgirên rêxistinên Filistînî Hamas û Samîdûnê yên ku li Elmanyayê qedexe ne dewam dikin.
 
Wezaretê got: "Em helwesta xwe ya li dijî Îslamiyên Radîkal didomînin. Bi qedexekirina Hamas û Samîdûnê li Elmanyayê, me bi awayekî eşkere helwesta xwe nîşan da ku em ê tu toleransê nîşanî  terora hovane ya Hamasê ya li dijî Îsraîlê nedin."
 
Li gorî medyaya Elman, danê sibehê saet di 06.00 de, polêsên Elman li eyaletên Saksonyaya Jêrîn, Schleswîg-Holsteîn û Ren-Westfalena Bakur û li Berlînê li ser gelek malan operasyon pêk anîne.