Malbat komele û mamoste zendan vemalin ji bo Kurdî

YMK dide zanîn ku xelk destkeftiyên heyî ji rêzê dibînin. Ji bo rewş xerabtir nebe û ziman bi temamî neyê jibîrkirin mamoste balê dibin ser hevgirtina malbat û saziyên Kurd ên li Elmanyayê.

Xemsariya li hemberî zimanê Kurdî siberoja ziman ber bi xetereyê ve dibe. Li gorî agahiyên YMK’yê (Yekîtiya Mamosteyên Kurdistan) li dibistanên Elmanyayê şagirtên dibistanên ku li wan dersên zimanê Kurdî tên dayîn, gelekî kêm in. Ev rewşa hanê dibe sedem ku li dîasporayê Kurdî roj bi roj tine bibe û neyê bikaranîn. Mamosteyên zimanê Kurdî banga parastin û yekîtiya ziman kirin û gotin, em bi tedbîran rê li ber vê yekê bigirin.

Serokê Înstîtûya Kurdî, mamoste Fevzî Ozmen jî beriya wefat bike bal biribû ser vê rastiyê û gotibû: “Heger bi vî awayî dewam bike piştî 30 salên din li dîasporayê Kurdî wê bi temamî bê jibîrkirin. Ji lewma divê em xwedî li vî zimanî derkevin.”

YMK agahiyên zarokên halê hazir li Elmanyayê diçin dersên Kurdî yên li dibistanan, bi rojnameya me re parve kirin. Gava mirov li hejmara Kurdên li Elmanyayê binihêre, daneyên YMK’yê pirr kêm xuya dikin. Ev yek jî nîşan dide ku Kurd di warê dersên Kurdî ji bo zarokên xwe de xemsar in û dûrî zimanê xwe ne. Mamosteyên zimanê Kurdî didin zanîn ku vê sala perwerdeyê li eyaletên weke Hamburg, Niedersachsen, Nordrhein-Westfalen-NRW, Rheinland-Pfalz, Berlîn û Brandenburg dersên Kurdî hene. Bi giştî li 43 dibistanan 35 mamoste dersên Kurdî didin bêhtirî 3 hezar zarokan. Perwerde bi 3 şêwezarên Kurdî ango Kurmancî, Kirmanckî û Soranî tê dayîn.

Haydar Denîz ê ku 21 salan li Tirkiyeyê mamostetî kiriye, ev sê sal in li Berlînê bi cih bûye. Li dibistanên fermî yên Berlînê mamostetiya zimanê Kurdî dike. Ew bi şêwezarên Kurmancî û Kirmanckî dersê dide zarokan. Haydar Denîz balê dibe ser asîmîlasyonê û dibêje: “Ji bo zimanê dayikê bi pêş bikeve, divê bibe zimanê perwerde û akademiyê. Mirov bi fêrbûna zimanan asoyên xwe firehtir dikin, lê cihê zimanê dayikê taybet e. Ji lewre, insan cara ewilî bi zimanê dayikê diaxive û li ser rûyê dinyayê têkiliyan bi vî zimanî çêdike. Ji ber van sedeman jî zimanê dayikê di heman demê de bingehê kesayet, nasname û bipêşketinên zihnî ye jî. Ti ziman bi sohbetên rojane bi pêş nakeve. Polîtîkayên netewe dewletan kirin ku zimanên hindikahiyên neteweyî ji holê rabin. Pirrzimanî nîşaneya dewlemendiyê ya welatekî ye. Lê heger hûn bixwazin civakekê asîmîle bikin qedexekirina zimanê wê civakê têra vê yekê dike. Civaka ku zimanê xwe ji bîr bike, dîrok û bîra xwe jî winda dike. Her wiha bê nasname dimîne.”

Mamoste Samîr Xidir Ebdî jî li bajarê Bochum û Herne bi giştî li 5 dibistanan dersê dide 190 zarokên Kurd. Her wiha van du salên dawiyê ew weke serokê YMK’yê jî dixebite. Mamoste Ebdî pirsgirêka ziman a li dîasporayê bi vî awayî rave kir: “Pirsgirêka herî mezin hişmendiya Kurdên me ye” û derbarê xebatên YMK’yê de jî got: “Pirtûka me ya bi navê ‘Gencîneya Peyvan’ bi dawî bû û me 3 hezar çap kirin. Her wiha em li ser sê pirtûkên cuda ku ji bo dibistana seretayî, navîn û mezinan tên hazirkirin jî disekinin. Çend pirtûkên me yên ku naverokên wan cuda ne jî hene û em bi wan pirtûkan re jî mijûl in, lê ev xebat têra me nakin. Nexasim jî pirtûkên ku em ji bo dibistana seretayî bi kar tînin qels in û pirtûkên weke çîrokan ku pirtûkên sereke temam bikin, kêm in. Em weke YMK’yê hewl didin di vî warî de pirtûkan zêdetir bikin.”

Mamoste Ebdî da zanîn ku wan li 43 bajaran xwe bi rêxistin kiriye û niha bi 35 mamosteyan dersa Kurdî didin bêhtirî 3 hezar şagirtên zimanê Kurdî. Li bajarê Aachenê jî hewl dane ku dersên Kurdî bidin, lê ji ber kêmasiya mamosteyan nekarîbûne. Aachen û Borken niha li mamosteyên ku dersên Kurdî bidin, digere. Ebdî da zanîn ku di van salên dawiyê de li Elmanyayê hejmara mamosteyan zêde bûye û ji bo mamosteyên ku dixwazin perwerdeya Kurdî bidin, got: “Divê ew pêşî sertîfîkaya C1 ya zimanê Elmanî û Kurdî bigirin. Paşê jî bi YMK’yê re bikevin têkiliyê û li bajarên ku lê ne, miracaetî midûriyetên perwerdeyê bikin. Niha halê hazir 15 mamosteyên me hene ku miracaetî YMK’yê kirine. Lê ji ber pirsgirêkên burokrasiyê yên Elmanyayê nikarin dest bi karê xwe bikin. Weke nimûne cara yekem e ku bajarê Borken li NRW’yê sertîfîkaya C2 jî dixwaze. Ev daxwazên eyaletan ên nû li hember me astengiyan derdixin.”  

Mamoste Ebdî derbarê Beşa Kurdolojiyê ya Elmanya de jî axivî û got: “Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê bi çend zanîngehên Elmanyayê re hevdîtin kirin, lê ji van hevdîtinan ti encam derneket. Di van rojên dawî de di navbera Swîsre û Zanîngeha Dihokê de hin peywendî hene, em hêvî dikin ku encamek ji van peywendiyan derkeve.”

Di meseleya ziman de berpirsyariya komeleyên Kurdistanî yên li Ewrûpayê, malbatên Kurd, çapemenî, Înstîtûyên Kurdî û akademîsyenan zêde ye. Her sal heman pirsgirêk tên rojevê, lê çareserî jî nayên dîtin. Mamoste Ebdî ji bo ku sazî û komeleyên li Ewropayê bêhtir xwedî li Kurdî derbikevin û zarok zêdetir tevlî dersan bibin, pêşniyazên xwe bi vî awayî rêz kirin: “Divê beriya her kesî xebatkarên saziyên me zarokên xwe bişînin dibistanên Kurdî. Bi vî awayî em ê baştir bi ser bikevin. Yanî divê em ji xwe destpê bikin. Her wiha divê partiyên siyasî, sazî û komele bi Kurdî biaxivin û daxuyaniyên wan bi Kurdî bin. Divê li komeleyan kursên Kurdî hebin. Divê înîsîyatîfên malbatan werin ava kirin û ev înîsîyatîf daxwaza ders û mamosteyên Kurdî bikin. Wekî din divê hemû komele û sazî pişgiriyê bidin YMK’yê.”

Mamoste Jiyan Ozturk jî da zanîn ku di vî warî de pirsgirêka herî mezin ew e ku haya malbatan ji dersên Kurdî nîne û got: “Malbat nizanin ku bi awayekî fermî dersên zimanê Kurdî hene. Hin malbat jî dibêjin, heger zarokên me hînî Kurdî bibin dê nikaribin bi Elmanî û Ingilîzî biaxivin. Her wiha ji ber ku zimanê Kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye, pêdiviyê pê nabînin. Ji lewma jî divê em weke mamoste li gel malbatan têkiliyên xwe xurttir bikin û bi agahiyên rast behsa meseleya ziman bikin ji wan re. Di vê meseleyê de berpirsyarî ya me hemûyan e, divê em jî xwe rexne bikin û pirsgirêkan bi malbatan ve girê nedin.”

Mamoste Omar Reşîd Ewdî jî li Zanîngeha Mûsilê, ji Fakulteya Wêjeyê, Beşa Ingilîzî mezûn bûye û 8 salan mamostetiya Ingilîzî kiriye. Piştî ku tê li Elmanya bi cih dibel, dest bi mamostetiya zimanê Kurdî dike û dersên Kurmancî dide zarokan. Ewdî jî da zanîn ku li Elmanyayê beşdarbûna dersên Kurdî kêm e û got, “Lobiya Kurdan lawaz e. Ji bo em karibin zimanê Kurdî biparêzin û vejînin, divê bi pêşengiya YMK’yê li Ewrûpa û naxasim jî li Elmanyayê lobiyeke bi hêz were avakirin. Bi xabeteke jidil û dilsoz em dikarin zimanê Kurdî weke zimanekî fermî bidin qebûlkirin. Ji bo em karibin zimanê xwe xelas bikin, divê yekîtiya me jî hebe û em bi hev re ji bo zimanê xwe bixebitin.”

Mamoste Emîn Akbaş jî li Tirkiyeyê 7 salan mamostetî kiriye lê piştî hatiye Elmanyayê weke mamosteyê zimanê Kurdî xebitiye û ew yek ji mamosteyên peşî yên fermî ye. Wî bi salan serokatiya YMK’yê jî kiriye û niha jî weke Delegeyê Kongreya Bremenê ya Sendîkaya Perwerdekarên Elmanyayê (GEW) bi awayekî çalak dixebite. Akbaş jî da zanîn ku li hember zimanê Kurdî tehlûke hene û got, “Em destketiyên bi salan ji rêzê dibînin. Heger em malbatên Kurd, sazî û mamoste dest nedin hevdu û plansaziyeke xurt çênekin, desteketiyên heyî yên di warê ziman de jî dê ji dest herin.”

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka