Li Elmanya û Qibrisê pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê
Cejna Vejînê li bajarên Berlîn, Hambûrg û Gîessen ên Elmanyayê û li bajarê Troodos a Qibrisê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Cejna Vejînê li bajarên Berlîn, Hambûrg û Gîessen ên Elmanyayê û li bajarê Troodos a Qibrisê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
BERLÎN
Bi banga Meclîsa Jinê ya Dest-Dan û Nav-Berlîn (Meclîsa Kurdistaniyên Azad) di çarçoveya Pêngava 15’ê Tebaxê de li navnîşana Waterloo-Ûfer7 pîrozbahî hat lidarxistin.
Pîrozbahî di şexsê Fermandar Egîd de ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Siyasetmedar Kemal Aktaş mafê axaftinê girt. Aktaş got ku Berxwedana Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd bûye hêvî û got: “Pêngava bi pêşengiya Fermandar Egîd bû vejîna gelê Kurd.”
Piştî axaftinan pîrozbahî li ber stranên Koma Mîtra, Neshwan Harikî û Ozgur Işik bi gerandina govendê bi dawî bû.
HAMBÛRG
Pêngava 15’ê Tebaxê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Kurdistanî û dostên wan tevlî pîrozbahiya ku li Volkspartkê hat lidarxistin bûn.
Girseyê bi gerandina govendê û stranên şoreşgerî Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
Pîrozbahî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.
TROODOS
Kurdistaniyên li Qibrisê û dostên wan Pêngava 15’ê Tebaxê li Troodostê ku li sînora Lîmasolê ye, pîroz kirin.
Pîrozbahî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Siyasetmedar Kamîl Akin li vir axivî û got: “Em ê li ser rêya Rêbertiyê bimeşin.”
Aktaş 15’ê Tebaxê li Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gel pîroz kir.
Piştî axaftinê Koma Teofîlos derket ser dikê û li ber stranan govend hat gerandin.
GIESSEN
Li bajarê Gîesen ê Elmanyayê Pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin. Pîrozbahî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gîrssenê hat lidarxistin.
Di pîrozbahiyê de bi axaftinan bal kişandin ser girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê.
Piştî axaftinan pîrozbahî bi muzikê dewam kir.