Li Dûîsbûrgê posterên Ocalan hatin daliqandin

Li Kolanên Dûîsbûrgê afîşên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kolanan afîşên wêneyên Ocalan li ser û li Mulheîm Bahnhofê jî pankarta bi qasî 50 metreyî hatin daliqandin.

Li gelek kolana, rawestgehên otobus û panoyên reklaman dowîzên têkildarî azadiya Ocalan hatin daliqandin.

Ev çalakiya ku bi pêşengtiya ciwana hatiye destpêkirin wê hefteyekê dom bike.