Li Dûîsbûrgê pîrozbahiya Roja Kobanê ya Cîhanê
Kurdistanî û nûnerên hêzên şoreşger ên Dûîsbûrgê bi mîtîngekê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin û diyar kirin ku Kobanê ruhê hevpar ê hevgirtin û berxwedanê ya navneteweyî ye.
Kurdistanî û nûnerên hêzên şoreşger ên Dûîsbûrgê bi mîtîngekê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin û diyar kirin ku Kobanê ruhê hevpar ê hevgirtin û berxwedanê ya navneteweyî ye.
Şervanên azadiyê yên Kurdistanê di sala 2014'an de bi berxwedana fedayî çeteyên DAÎŞ'ê ku dewleta Tirk piştgirî dida têk birin û 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Bi vê boneyê li bajarê Duîsbûrg ê Elmanyayê pîrozbahî hat lidaraxistin.
Pîrozbahiya ku ji aliyê DKTM'ê ya Duîsbûrgê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel û AGÎF'ê ve hat organîzekirin, saet di 16.00'an de li ber avahiya şaredariya navçeya Duîsbûrgê hat lidarxistin.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û li ser navê DKTM, AGÎF û nûnerên Elman axaftin hatin kirin û bal kişandin ser berxwedana Kobanê.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Kobanê bi berxwedana hevpar a gelan hate rizgarkirin û wiha hat gotin: “Berxwedana Kobanê li ser navê nirxên mirovahiyê û parastina rûmet û nasnameya xwe, weke berxwedana jinê ket dîrokê. Kobanê bajarê sembola jiyana azad, wekhev û hevpar e. Ruhê hevgirtin û berxwedanê yê navneteweyî ye.”
Axaftvanan her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker dema ku li hemberî berxwedana gerîla encam negirt, sûcê şer kir, gaza qedexkirî ya kîmyewî û teqemeniyên qedexe bi kar anî û piştre bal kişandin ser pêngava ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi awayekî hemwext ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.
Bi berdewamî dan zanîn ku sîstema tecrîd û êşkenceyê ku zêdetirî 25 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û polîtîkayên qetlîam û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî Rojava û Başûrê Kurdistanê ji hev qut nînin.
Piştî axaftinan girseya gel li ber muzîkê govend gerand û gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana Rojava", "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" û Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.