Aktivîstên Greva Avhewayê û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî krîza avhewayê li bajarê St. Gallen yê Swîsre meş li dar xistin. Li ser navê Greva Avhewayê ya St. Gallenê û TCŞ’ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk her roj êrîşî Rojava dike û gefa qutkirina avê dike. Bidomdarî wiha hate gotin: “Rojava bi sîstema femînîst û ekolojîk a ku pêşxistiye hêviyê dide me. Divê em jî li vir piştevaniya Rojava ya ku li hemberî êrîşan li ber xwe dide bikin.”
Aktivîstê TCŞ’ê Azad Dersîm diyar kir ku Konfederalîzma Demokratîk fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Fikrên Abdullah Ocalan bandorê li gelên cuda yên cîhanê dike. Hêvî û civakeke alternatîf dide mirovan. Kurdan bi bandora fikrên xwe Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAÎŞ’ê paqij kirin û Rojava îro ava kirin. Taybetmendiya herî girîng a Rojava ew e ku mirovan weke parçeyekî xwezayê qebûl dike. Ji ber vê yekê Rojava ji civakên Rojavayî re alternatîfek pêşkêş dike."