Li Ûlmê li dijî êrîşên qirkirinê mîtîng hat lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan ên ku pêşengiya Yekîtiya Hêza ya Demokratîk li Ûlmê hatin ba hev, êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên ku pêşengiya Yekîtiya Hêza ya Demokratîk li Ûlmê hatin ba hev, êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk protesto kirin.
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Ûlm ê Elmanyayê bi mîtîngekê hate protesto kirin.
Çalakiya ku ji aliyê Yekîtiya Hêza ya Demokratîk ve hate organîzekirin, bi deqeyekê rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Di axaftinên li vir de êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Mexmûr û Şengalê hatin şermazarkirin. Hate destnîşankirin ku dewleta Tirk weke salan wê nikaribe li hember şervanên azadiyê yên Kurdistanê bi ser bikeve û îradeya gelê Kurd bişkîne.
Mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gele Kurd” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.