Li dijî êrîşên dagirkeriyê li Osloyê mîtîng hate lidarxistin
Kurdistaniyan tevî dostên xwe êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û ji hikumeta Norwêcê xwestin ku bi rêya Neteweyên Yekbûyî û NATO'yê zextê li dewleta Tirk bike.
Kurdistaniyan tevî dostên xwe êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û ji hikumeta Norwêcê xwestin ku bi rêya Neteweyên Yekbûyî û NATO'yê zextê li dewleta Tirk bike.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Mexmûrê, li paytexta Norwêc Osloyê li pêşiya Wezareta Karên Derve ya Norwêcê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin.
Di çalakiyê de Hevserokê NCDK-Osloyê Endam Aso, Hevserokê Solidaritet med Kurdistan Truls Strand, Endamê Şaxa Ciwanan a Partiya Sor a Norwêcê (Rød Ungdom) Ehmed El-Saedî, zanyar û aktîvîst Axel Rûdî û aktîvîstê ciwanê Kurd Aram Azarî axivîn.
Qisekeran dewleta Tirk û Îsraîl ku bi êrîşên hovane li dijî sivîlên li Kurdistan û Xezayê sûcê şer kirine şermezar kirin û ji hikûmeta Norwêcê xwestin ku roleke aştiyane û çareserkirinê bilîze û gotin, "Li dijî şer û êrîşên hovane yên ku diqewimin, bi fikar, temaşekirin an jî şermezarkirinê derketin têr nake.”
Qisekeran diyar kirin ku dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk şerê qirêj li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Mexmûrê dimeşîne û ji 4’ê Cotmehê û vir ve herî kêm 50 kes di encama êrîşan de hatin qetilkirin. Qisekeran her wiha bi bîr xistin ku dewleta Tirk di êrîşan de binesaziyên sivîl û cihên sivîlan ên wekî navendên ceyranê, tankên avê, nexweşxane bombebaran kiriye û wiha hate gotin, “Her wiha em daxwaz dikin ku hikûmeta Norwecê bi rêya Neteweyên Yekbûyî û NATO'yê zextê bike da ku êrîşên dagirkerî û qirkirinê rawestîne û ji ber binpêkirina zagonên şer ên navneteweyî were darizandin.”
Di çalakiyê de ku di bin barana zêde de hat lidarxistin, dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Kurdistanê biparêze", "Rojava biparêze", "Qatilê zarokan Erdogan", "TC ji Kurdistanê bicehime” û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.