Li dehan navendan çalakî: Li dijî sûcê qirkirinê bikevin nava lîv û tevgerê

Kurdistaniyên ku li gelek navendên Ewropayê daketin qadan, bang li dewletên ku li ber êrîşên qirkirinê xwe li ker û latîtiyê datînin kirin ku demildest bikevin nava liv û tevgerê.

Li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi awayekî hemwext li gelek navendên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

ARNHEM

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ku bi balafirên şer û SÎHA’yan binesaziya sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef, li bajarê Arnhem ê Hollandayê bi mîtîngeke hate protestokirin. Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û daxuyanî hat xwendin. Di mîtîngê de ku bang hat kirin dawî li sûcên şer ên dewleta Tirk bê danîn, pankartên ku êrîşên dewleta Tirk teşhîr dike û alên YPG û YPJ’ê hatin hildan. Mîtîng bi banga “Rojava biparêze” bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Rojava li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hat protestokirin.

Kurdistaniyên li Frankfûrtê di saet 18:00’an de li ber stastona trenê ya navendî li hev civiyan.

Di mîtîngê de ku bi dehan Kurdistanî beşdar bûn, bang li dewletên Ewropayê ku li ber êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava bêdeng dimînin, hat kirin ku demildest bikevin nava lîv û tevgerê û bang hestiyariyê li raya giştî ya navneteweyî hat kirin.

Girse piştre li stasyona trenê ya Frankfûrtê ber bi qada Haûptwache ve bi rê ketin.

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê jî gelê Kurd û dostên wan êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.

Gelek kesên ku li ser banga Women Defend Rojava li Kassel Konîgsplatzê hatin ba hev, pankartên ku êrîşên dewleta Tirk şermezar dike û piştgiriyê dide gelê Kurd vekirin. Çalakgeran destnîşankirin ku êrîşên dewleta Tirk sûcê mirovahiyê ye û hiqûqa navneteweyî binpê dike.

Aktivîsta ku li ser navê Women Defend Rojava axivî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ji bo tunekirina gelê Kurd e û wiha got: “Dewleta Tirk ji bo tunekirina destkeftiyên Kurdan her curê hovîtiyê dike. Em ê li ba gelê Kurd bin û li dijî van êrîşan têkoşîna xwe bidomînin. Divê civaka navneteweyî û raya giştî ya Elmanyayê jî li dijî van êrîşan bêdeng nemînin.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Berxwedan” û “Hoch dîe înternatîonale Solîdarîtat” bi dawî bû.

MUNÎH

Li bajarê Munîh ê eyaleta Bavyera ya Elmanyayê li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Tevgera Ciwanan di saet 17:00’an de li qada Stachusê mîtîngeke hat lidarxistin.

Di mîtîngê de daxuyaniya FED-GEL’ê hate xwendin û wiha hat gotin: “Tirkiye bi êrîşên li dijî sivîlan li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê şer dike. Em bang li dewleta Elmanya û her kesê dikin ku êrîşên Tirkiyeyê bê bersiv nehêlin û ji Rojava re bibin piştgir.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Rojava ne bi tenê ye” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

BREMEN

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi ser Rojava li Bremenê hat protestokirin û bang hat kirin ku li dijî êrîşan li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rojava û berxwedana gerîla yek bibin.

Kurdistaniyên ku li ser banga TCŞ û TekoJIN’ê li Bremen Markplatzê li hev civiyan, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedan Rojava”, “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî berxwedana YPJ” û “Defend Kurdisan” berz kirin û pankarên bi nivîsa “Rîse up for Rojava”, “Berxwedan jiyan e”, “Defend Kurdistan”, “Stoppt den Turkîschen Angrîefskrieg auf Sud-Kurdistan und Rojava” hilgirtin.

LONDRA

Kurdistanî û dostên wan li paytexa Îngilîstan Londrayê li ber Wezareta Karên Derve li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.

Çalakiya protestoyî li ser banga Tevgera Ciwanan û Meclîsa Jinê ya Jiyan hat lidarxistin. Rêxistinên Kurdistanî û komên enternasyonalîst beşdarî çalakiyê bûn. Gelek caran dirûşmeyên “Terorîst Tirkiye”, “Terorîst Erdogan”, “Fihêt bike Îngilistan”, “Dewleta Tirk a faşît ji Kurdistanê bicehime” hatin berzkirin. Di çalakiyê de wêneyên Kurdên di êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan de hatine qetilkirin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG, YPJ’ê hatin hildan.

Di çalakiyê de rojnamevanê Îngilîzî Mark Campbell, ji Meclîsa Gel a Kurd Ercan Akban û komên enternasyonalîst daxuyanî dan û diyar kirin ku bêdengiya li hemberî sûcên mirovahiyê yên li ser Kurdistanê şerm e û wiha hate gotin: “Rojava û herêmên gerîla ku îro tên bombekirin, li dijî DAÎŞ’ê qehremaniyên mezin nîşan dan û Rojhilata Navîn ji vê hovîtiyê parast. Divê li dijî êrîşên li ser Rojava demildest bikevin nava liv û tevgerê. Rejîma Erdogan tê wateya DAÎŞ’ê.”

Piştî daxuyaniyan heyeteke ku ji jinên Kurd pêk dihat, derbarê êrîşên heyî de dosyayeke pêşkêşî Wezareta Karên Derve kir.

Her wiha wê 8’ê Cotmehê wê li dijî salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê meşek girseyî bê lidarxistin. Meş wê di saet 15:00’an de li ber Londra Wood Green Cîvîc Centre dest pê bike.

BERN

Li bajarê Bernê yê Swîsreyê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser Rojava çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî di şexsê şehîd Erdal û Şehîd Rojhat ên li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn de, ji bo bîranîna tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Siyasetmedar Burhan Karakoç û Hevserokê FEDA Demîr Çelîk axivîn. Karakoç got: “Dewleta Tirk a dagirker ev demeke dirêj e li ser xaka Kurdistanê êrîşên qirkirinê pêk tîne. Êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ne.”

Demîr Çelîk jî wiha got: “Dewleta Tirk her tim ji bo bombekirina Kurdistanê û qetilkirina gelê me li hincetan digere. Em ji gelê Kurd û Kurdistanî dixwazin ku bibin yek, dijmin tune bikin û bibin dengê hevreyên me yên ku li Kurdistanê şer dikin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

GÎESSEN

Li bajarê Gîessen ê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk hatin protesto kirin. Di mîtînga bi dehan kes amade bûn de, bal hat kişandin ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û banga “Rojava biparêzin” hate kirin.

HONNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst hatin şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wan ku li ser banga Meclîsa Jinê ya Ronahî û PYD’ê Hannover di saet 18:00’an de li Hannover Hbf li hev civiyan, dewletên neteweyî yên li hemberî sûcên qirkirinê bêdeng dimînin şermezar kirin û banga hestiyariyê kirin.

Her wiha ji bo meşa ku wê 7’ê Cotmehê li Hannover Steîntorê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.

LILLE

Kurdistaniyên li bajarê Lîlle yê Fransayê bi dirûşmeyên “Terorîst Erdogan” û “Rojava ne bi tenê ye” protesto kirin. Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa  Nord Pas-de-Calaîs (Lîlle) de wiha hate gotin: “Divê her Kurd û enternasyonalîst berê xwe bide Rojava û her tim di nav çalakiyan de be.”

Çalakiyên protestoyî dewam dikin…