Li Darmstadtê Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn

Şehîdên Cotmehê di şexsê Adar Amed û Bêrîtan de li Darmstadtê hatin bibîranîn.

Şehîdên Cotmehê di şexsê yek ji fermandarên YJA Starê Hatîce Ay (Adar Amed) ku 20’ê Îlona 2020’an di êrîşa dewleta Tirk a bi ser Amedê de tevî du hevreyên xwe şehîd bû û Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a di sala 1992’an de di êrîşa dewleta Tirk û PDK’ê ya li dijî Başûrê Kurdistanê de şehîd bû, hatin bibîranîn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê, birayê Adar Amed, Şerafettîn Ay axivî û wiha got: “Heval Adar ji zarokatiya xwe ve dilxwazê vê tevgerê bû. Bavê min Abdullah Ay di êrîşa kontrayan de şehîd bû. Adar di sala 2008’an de tevlî refên gerîla bû û 20’ê Îlona 2020’an de şehîd bû. Em bi şehadeta wê re serbilind in. Em bi saya wan li ser piyan in.”

Şerafettîn Ay piştî axaftina xwe nameya şehîd Adar ku beriya şehadeta xwe ji hevala xwe Zerya re nivîsandibû xwend.

Li ser navê TJK-E Medya Mêrdîn jî wiha got: “Ez di şexsê heval Adar, Bêrîtan, Rojhat û Erdal de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînim. Bêrîtan xeta jinê ye ku li hemberî dijmin serî nateweîne û li her derê li ber xwe dide. Îro jî li Avaşîn, Zap û Metîna li ser xeta hevrê Bêrîtan şer dikin û serkeftinên mezin bi dest dixin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser Şehîdên Cotmehê hat pêşandan. Bîranîna piştî banga ji bo çalakiya konê ku roja 10’ê Cotmehê li Strasboûrgê bê li darxistin û 3 roj bidome, bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.