Li Brûksel û Rotterdam pankart hatin hildan

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî li paytexta Belçîka Brûksel û bajarê Rotterdam a Hollandayê pankartên bi nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî’ hatin hildan.

Li paytexta Belçîka Brûkselê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî bikin li kolanên bajarê û cihên kar afîş daliqandin û pankart hildan.

Li bajarê Rotterdam ê Holandayê ji aliyê Însiyatîfa Jinan a Rotterdamê ve jî pankart û afîş  daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin hatin daliqandin.