Li Brîtanyayê pêkhateyên DBG’ê ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê çalakî li dar xist
Li paytexta Îngîltere Londrayê bi armanca balkişandina li ser grevên birçîbûnê yên bêdawî-bêdorveger pêkhateyên DBG’ê çalakiyek lidarxist.
Li paytexta Îngîltere Londrayê bi armanca balkişandina li ser grevên birçîbûnê yên bêdawî-bêdorveger pêkhateyên DBG’ê çalakiyek lidarxist.
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi pêşengiya Leyla Guven kete meha 5’an, çalakiyên piştevaniya bi grevên birçîbûnê re didomin.
Li Londrayê ku paytexta Brîtanyayê ye Hevkariya Demokratîk a Brîtanya (DBG) a ku pêkhateya 27 saziyan e, çalakiyek bêdeng lidarxist.
Nûnerên partiyan li cadeya giştî ya herêma Harîngey a Londrayê pankarta “Tecrîdê bişkînin, jiyanê biparêzin” ku wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê li ser bû hildan û xeleqa ji mirovan pêk tê ava kirin. Nûnerên partiyan maske xistin ber rûyê xwe û demeke dirêj li cadeyê çalakiya bêdeng lidarxistin.
‘YEKANE RÊ BERXWEDANA TOPYEKUN E’
Piştî çalakiyê nûnerên Hevkariya Demokratîk a Brîtanyayê daxuyanî dan ANF’ê û banga mezinkirina çalakiyan kirin.
Nûneran ev tişt gotin; “Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî bêdengî, faşîzm, dîktatorî û taritiyê bûyî qêrînek mezin di roja 151’an de mezin dibe û didome. Rewşa mirovên me yên di greva birçîbûnê de ne, qonaxa kritîk jî derbas kiriye.
Yekane daxwaza berxwedanê şikandina tecrîd û bêdengî, bikevin nava tevgerê û hilweşandina faşîzmê ye. Em DBG bang li gelê xwe dikin ku bi hêz beşdarî çalakiyan bidin û piştgiriyê bidin çalakiyan. Îro roja hêzdayîna berxwedanê ye. Yekane rê berxwedana topyekun e.”