Li Borlangeyê serketina QSD’ê hate pîrozkirin

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn serketina QSD’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê pîroz dikin.

 Li bajarê Swêd Borlangeyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), Partiya Çep a Swedê û Partiya Keskan pîrozbahiyek hevpar lidarxist. Di pîrozbahiyê de axaftin hatin kirin û serketina QSD’ê ya li dijî DAÎŞ’ê hate pîroz kirin.

Di axaftinan de bal hate kişandin li ser berxwedaniya grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin û hate gotin ku xwe gihandina raya giştî ya Swedê erkeke.