Li Bordeaûxê şahiya ciwanan
Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Bordeaûx ê Fransayê şahiyek li dar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Bordeaûx ê Fransayê şahiyek li dar xist.
Şahiya ciwanan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.
Qisekeran di şexsê Leyla Guven de hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin.
Di şahiyê de Koma Stêrk û Rojda Bîter derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Piştî nîşandana sînevîzyonê, Farqîn Azad derket ser dikê û şahî bi stranên wî qediya.