Li Bordeaûxê ji bo azadiya Abdullah Ocalan mîtîngek hat lidarxistin
Ciwanên aktîvîst ên TCŞ’ê li bajarê Bordeaûx a Fransayê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek lidarxistin.
Ciwanên aktîvîst ên TCŞ’ê li bajarê Bordeaûx a Fransayê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek lidarxistin.
Ciwanan ku bi dirûşmeya “Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re, bi hev re serhildan” li meydana Grand Theatre hatibûn gel hev, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bûn.
Ciwanan diyarkirin ku ew hevdîtina telefonî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatibû kirin qebûl nakin û ev peyam dan: “Êdî hişmendiya faşîst ya AKP-MHP’ê bila dest ji hewldanên fêrkirina gelê Kurd ya bi tecrîda li ser Rêber Ocalan berdin. Pêwîst e vê baş bizanin ku ‘Ciwan fedayî yên Rêber Apo ne’. Divê Rêber Apo bi rengekî lezgîn bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.”
Ciwanan di çalakiyê de bi berdewamî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Erdoganê faşîst” û “Ciwan fedayî yên Rêber Apo ne” berz kirin.