Li Berlînê êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye êrîşên dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin.
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye êrîşên dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin.
Bi banga NavBerlîn (Meclîsa Kurdistaniyên Azad) gelê Kurd û dostên wan li Hermannplatzê hatin ba hev û êrîşên dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.
Di çalakiyê de belavoka bi Elmanî hate xwendin. Mazlûm Karagoz di çalakiyê de axivî û got “Hewldana dagirkeriya bloka faşîst a AKP û MHP’ê ne bi tenê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, ev êrîş li ser hemû Rojava, Bakurê Kurdistanê û Kurdistanê ye. Dewleta Tirk çawa ku bi feraseta 24’ê Nîsana 1915’an Ermen qir kir, heman ferasetê li dijî gelê Kurd jî plana qirkirinê daye destpêkirin.”
Li ser navê Meclîsa NavBerlînê Erhan Firat jî diyar kir ku dewleta Tirk bi dagirkeriya li ser Avaşîn, Zap û Metînayê dixwaze hemû Kurdistanê dagir bike. Firat ji bo berxwedanê bang kir.
Çalakî bi sloganan bi dawî bû.