Li Berlîn û Wûppertalê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin - HATE NÛKIRIN

Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê li Berlînê meşiyan û bang li dewlet û saziyên navneteweyî kirin ku êrîşên dewleta Tirk rawestînin.

Kurdistanî û dostên wan li paytexa Elmanyayê Berlînê û Wûppertalê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Girseya ku li ser banga Meclîsa Jinê ya Destdan û Nav-Berlînê li Hermannplatzê li hev civiyan, êrîşên dewleta Tirk ku ji 4’ê Cotmehê ve êrîşên xwe zêdetir kirine û sivîl, binesazî û avên vexwarinê hedef digre, protesto kirin.

Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre daxuyanî hatin dayîn û wiha hate gotin: “Şefê îstîxbaratê yê berê Hakan Fîdan di televîzyonên Tirk de ragihand ku artêşa Tirk êrîşî binesaziyên weke elektrîk û avê yên li Rojava û Başûr bike. Artêşa Tirk ji wê demê ve êrîşî gelek navendên elektrîk û trafoyê û herêmên pîşesaziyê kir. Gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Bi berdewambûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ve wê hejmara mexdûran zêdetir be. Êrîşên bi ser binesaziya sivîl û sivîlan, li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê şer e. Divê li gorî vê were tevgerandin.”

Girseyê bang li dewletên navneteweyî kir ku êrîşên dewleta Tirk rawestînin.

Girseyê ku heta Kotbuser Torê meşiya, dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” berz kir.

WÛPPERTAL

Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan hatin ba hev, bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê bi çalakiyekê li Wûppertalê şermezar kirin.

Girseya gel a tev li çalakiyê bûn, diyar kir ku ew ê tu carî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi pêşengiya faşîst Erdogan ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Mexmûrê qebûl nekin û gotin ku ew ê her tim li qadan bin.

Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin jiyan azadî" û dirûşmeyên protesto kirina piştgiriya NATO'yê ya ji bo dewleta Tirk hatin berzkirin.