Li Berlînê çalakiyên ‘Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî’
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye di çarçoveya ‘Hefteya Lehengî ya Neteweyî’ de çalakiyek hate lidarxistin.
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye di çarçoveya ‘Hefteya Lehengî ya Neteweyî’ de çalakiyek hate lidarxistin.
Li Berlînê bi çalakiyekê di şexsê fermandarê PKK’ê yê efsaneyî Mahsûm Korkmaz (Egîd) de şehîdên têkoşîna şoreşê ya Kurdistanê hatin bibîranîn.
Merasîm li navenda NAV-DEM a Berlînê hate lidarxistin û 4 çalakgerên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê beşdar bûn. 4 çalakgerên ku li cihên cuda di çalakiya greva birçîbûnê de bûn wê ji niha û pê ve çalakiya xwe li Berlînê bidomînin.
Malbatên şehîdan, NAV-DEM û endamên Meclîsa Jinan a DEST-DAN beşdarî merasîmê bûn. Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê NAV-DEM’ê Yeko Ardil axivî û got; “Eger niha bi sed hezaran Egîd li gel me bin ev bi saya Mahsûm Korkmaz e û dide nîşandan ku Egîd tu caran namire.”
Bavê Davût Ozsûlar (Navdar Serhat) ku di têkoşîna azaiyê de şehîd bûbû, Îbrahîm Ozsular axivî û got; “Dema ku em şehîdên xwe bibîrtînin aliyek yê me heZkirin û rûmet aliyekê din jî êşa wan hîs dikin. Ev ji bo fermandar Egîd ji wiha ye. Bi saya wan serê me bilind e. Em soz didin ku heta dawiyê em ê bi wan re bin.”
Dayika şehîd Şemse Bîlgîn: Dema mijar dibe şehîd peyvek nîne ku mirov bîne ziman. Piştî qehremanên ku canê xwe feda kirine mirov dikare çi bibêje, tenê em soz didin wan ku emê li pey rêya wan bimeşin û bibin layîqî wan.”
Salih Hajî ku di têkoşîna şoreşa Rojava de 2 zarokên wî şehîd bûne; “Li Rojava şansê min yê dîtina fermandar Egîd hebû. Ji roja destpêkê ve de xuya kir ku xwedî kesayetekî wiha bû ku hemû gel wê di dîrokê de qala wî bike. Min jî di vê rêya şoreşê de 2 zarokên xwe dan û ez serbilind im. Ew heta dawiyê rêya me ronî dikin.”
Rojnameger Cîhan Ozgur jî beşdarî merasîmê bû, axivî û wiha got; “Hefteya Lehengiyê ya Netewî ku 1982’an bi Mazlûm Dogan ê yek ji damezrînerên PKK’ê destpê kir û bi fermandar Egîd re gihişt lutkeyê ku pêvajoyekî bi hezaran şehîd dinava xwede digre îfade dike. Di şexsê Mehmet Tûnçan, Fatmayan û Sêvêyan de gelê me da hate nîşandan ku gelbûyîn çiqas pêşve çûye. Berxwedana ku heyî herî dawî bi grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leylayan û Aytenan didome.”
Çalakgerên greva birçîbûnê ya Kassel, Nûrnberg û Dûîsbûrgê jî beşdarî merasîmê bûn. Çalakger Mele Mûstafa Tûzak wiha got; “Bi rêzdarî hemû şehîdan silav dikim. Di roja me de bi mîlyonan Egîd hene. Îro çalakiya me ya bi pêşengiya heval Leyla û Nasir an ya li dijî tecrîdkirina Ocalan tê kirin û hêza xwe ji Fermandar Egîd û Kawayê Hevdem Mazlûm Dogan digire.”
Berxwedêr Omer Bagdur ê ji Kasselê beşdarî merasî bûyî axivî û got; “Moral û coşa me bilind e û hêza ku em digrin heta dawiya dilopa xwîna xwe em ê vê berxwedaniyê bidomînin. Em hewl didin ku bibin layîqê wan. Divê em hemû li dora Rêber Apo bibin xelek û ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe bidin.”
Berxwedêrê greva birçîbûnê Şiyar Xelîl; “Bi saya felsefeya Rêbertiya me em ji mirovahiyê re bûn rêber. Em jî ji bo ku mirovahî nekeve û nemire beşdarî vê berxwedaniyê bûn. Divê oxirê de şehadet ji bo me xelateke mezin e. Di ronahiya fîşeka destpêkê ya fermandar Egîd em li ber xwe didin. Ji bo vê bi hewldanekî zêdetir divê em xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin.”
Herî dawî Cemal Kobanê jî wiha got; “Ez jî weke birayê şehîd, xalê wî şehîd û mamê wî şehîd li pêşberî we me. Dema ku hevrê Leyla û Nasir diçûn mirinê nabe ku weke temaşevan em li wan binêrin. Ji niha û pêve em ê li Berlînê bi we re têbikoşin. Bila dost û dijmin hemû bibînin û divê em helwesta hikûmeta Elmanya ji bîr nekin.”
Berxwedêrên greva birçîbûnê li navnîşana Paul-Löber-Allee 10559 ku di navbera avahiya Serokwezîrtî û Parlamenta Federal a Elmanyayê de ye wê çalakiya xwe bidomînin.
Serî de NAV-DEM Berlîn, Meclîsa Jinan a DEST DAN û saziyên din ên Kurd yên li Berlînê banga piştgirîdayîna berxwedanê li tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyî kir.
Bi vê armancê wê roja îro seat 16:00’an li heman cihî mîtîngekî girseyî were lidarxistin.
LI MANNHEÎMÊ ŞÎN
Li aliyê din li bajarê Elmanya Mannheîmê ji bo Dogan Zinar ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bû, konê sersaxiyê hate danîn. Kon ji aliyê komeleya Lûdwîshafen ve hate dayîn û wê heta sibê bidome.