Li ber Balyozxaneya Tirk a li Helsinkiyê çalakiya protestoyî

Dostên Kurdan li Helsinkiyê fişekên rengîn avêtin Balyozxaneya Tirk û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê protesto kirin.

Li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê, komek aktivîstên dostên Kurdan ji bo balê bikşînin ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê çalakî kirin.

Aktivîstan tûpên boyaxê û fişekên rengîn avêtin Balyozxaneya Tirkiyeyê û dirûşmeya “Êrîşên dewleta Tirk rawestînin” berz kirin.