Li Baselê çalakiya piştevaniyê ya ji bo Dayikên Şemiyê
Li bajarê Basel ê Swîsreyê bi armanca piştevaniya bi Dayikên Şemiyê yên ku her Şemî li Qada Galatasarayê kom dibin, çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Basel ê Swîsreyê bi armanca piştevaniya bi Dayikên Şemiyê yên ku her Şemî li Qada Galatasarayê kom dibin, çalakiyek hate lidarxistin.
Li Baselê ji bo dayikên ku ji 27'ê Gulana 1997'an û vir ve her Şemiyê li Qada Galatasarayê, ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin hîn bibin û kiryar bên cezakirin çalakiyek hat lidarxistin.
Xizmên windayan û saziyên şoreşger beşdarî çalakiya "Însiyatîfa Piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re" ku di meha Îlonê de ji aliyê xizmên windayan ên li Swîsreyê dijîn ve hate ragihandin. Siyasetmedarên Swîsreyî jî piştgirî dan çalakiyê.
Li Claraplatzê piştî deqeyek rêzgirtinê, beriya daxuyaniya çapemeniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Li ser navê Înîsiyatîfa Piştevaniya Dayikên Şemiyê Mûnevver Îltemûr axaftina vekirinê kir.
Îltemûr bi bîr xist ku Dayikên Şemiyê 967 hefte ye li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê li dar dixin, tevî zilm û zordariya dewletê jî daxwazên xwe yên mafdar biqîrin û wiha got: "Divê em ji vir bibin dengê wan."
Peyama Dayikên Şemiyê ya hefteya 967'an ji aliyê keça Hasan Gulûneyê ku xizmê windabûyî yê Hasan Guluney ê di bin çavan de hat windakirin û 28 sal in aqûbeta wî nediyar e Denîz Guluney ve hat xwendin.
Li ser navê înîsiyatîfê metna Elmani ji aliyê gaziya Pirsûsê Guneş Erzurumluoglû ve hat xwendin.
Parlamenterên Meclîsa Federal a Swîsreyê Mustafa Atici û Sîbel Arslan ji bo piştevaniya Dayikên Şemiyê beşdarî çalakiya bûn û peyama dilsoziya bi xizmên windayan re dan.
Mustafa Atici diyar kir ku xizm û malbatên windayan ji salên 90'î û vir ve daxwazên xwe yên edaletê tînin ziman.
Atici bal kişand ku dewleta Tirk îro jî polîtîkayên xwe yên çewisandin û asîmîlasyonê didomîne û wiha dewam kir:
"Artêşa Tirk ev çend roj in herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dike. Ev destwerdana li welatekî biyanî jî binpêkirina qanûnên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatine destnîşankirin. Ev êrîş di hiqûqa navneteweyî de bi tu awayî nayên rewakirin. Ev rewş tu rewabûna wê ya navneteweyî tune ye. Eşkere ye ku ev yek binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Beriya her tiştî Tirkiye yek ji herêmên herî biîstiqrar û aram ên Sûriyeyê dikişîne nava kaosa şer. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin."
Sîbel Arslan bang Yekitiya Navneteweyî kir ku daxwazên edaletê yên xizmên windayan ên li Tirkiyeyê di zûtirîn demê de bên bicihanîn.
Paşê bi xwendina peyama piştevaniyê ya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ya têkildarî çalakiya Dayikên Şemiyê ku 967 hefte ye berdewam dike, bi dawî bû.