Li Swîsre û Kanadayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin

4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Zurîh, Lozan, St. Gallenê yên Swîsre û bajarê Toronto yê Kanadayê hate pîrozkirin.

Li bajarê Zurîhê ji aliyê Meclîsa Jinan a Bêrîtanê çalakî hate lidarxistin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku Ocalan girîngiyê dide têkoşîna jinan.

Di axaftinan de bal hate kişandin ku divê têkoşîna li dijî tecrîdê were geşkirin û çalakiya berxwedêrên grevên birçîbûnê hate silavkirin.

Li bajarê Lozanê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Lajînê û li bajarê St. Gallenê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Asrin Denîzê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin.

TORONTO

Li bajarê Toronto yê Kanadayê rojbûna Ocalan hate pîroz kirin. Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û endama Komîsyona Jinan Selma Dûrmûş axivî. Dûrmûş got divê hê bêhtir xwedî li berxwedana grevên birçîbûnê were derketin.

Di pîrozbahiyê de peyama Yûsûf Îba ku 86 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, hate xwendin.

Piştre sînevîzyon hate nîşandan.