Li bajarên Ewropayê çalakiyên li dijî dagirkeriyê didomin: Bibin dengê Rojava

Êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Ewropayê hatin proetstokirin.

Çalakiyên protestoyî yên Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Ewropayê dewam dikin.

HEÎLBRONN

Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Heîlbronn ve çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Meş li qada Soleo destpê kir û di tevahî meşê de dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Meş li qada Harmonîe bi dawî bû. Li vir ji bo bîranîna şehîdan mûm hatin pêxistin û mîtîngek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser navê DKTM’ê axaftin hat kirin û sûcên şer ên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û durûtiya DYE û welatên Ewropayê ku li hemberî van êrîşan bêdeng in, hatin teşhîrkirin.

ATÎNA

Li Atînayê li ser banga Navenda Çandê ya Kurdistanê heta Konsolosxaneta Tirk meşek hat lidarxistin. Kurdistanî, şoreşgerên Tirkiyeyê û aktivîstên Rîseup4Rojava tevlî meşê bûn.

Li ser navê Navenda Çandê ya Kurdistanê Xalo Amed mafê axaftinê girt. Amed derbarê êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Rojava û berxwedana ku tê dayîn de axivî.

MARBÛRG

Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk li bajarê Marbûrg ê Elmanyayê jî bi mîtîngeke hat protesto kirin.

Di çalakiyê de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre Berdevkê Komeleya Dostaniyê ya Marbûrg-Kurdistan axivî. Di mîtîngê de bal kişandin ser êrîşên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha hate gotin: “Divê gelê me û dostên me yên li Ewropayê Rojava bi tenê nehêlin, li her kolanê bibin dengê gelê Rojava, bibin çav û guhê Rojava.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.