Li Awûstûryayê ji bo têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê bang hat kirin

Rêxistinên Antîfa yên li dijî faşîzim û nîjadperestî ne, li bajarê Wels ê Awûstûryayê li hev civiyan û ji bo Rêberê Gelê Kurd û hemû girtiyên siyasî banga hevgirtinê kirin.

Rêxistinên Antîfa yên li dijî faşîzim û nîjadperestî ne, li bajarê Wels ê Awûstûryayê li hev civiyan û konferansên xwe yên dawiya demê pêk anîn.

Konferans ku cara 25’emîn hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşê destpê kir.

Yek jî mijarên sereke yên konferansê ew bû ku xebatên rêxistinên wekî DAÎŞ, Boko Haram, El Qaîde, Hizbullah, bi taybetî jî faşîstên Tirk ku li Eyaleta Awûstûryaya Jorîn di bin navê mizgeft û komeleyên çandî birêxistin dibin, werin teşhîrkirin. Ya duyem; Teşhîrkirina ji rêzekirina firotina erdên ku Ghuzen û Metahuzen ji bo sivîlan ku ji navendên êşkenceyê yên Naziyan bû.

Hunermenda Cuhî Isabel Fret strana “Hişyar û Azad bibe” ya ku tê de hevoka “Ne raze, rabe, ji bo azadiya xwe û mirovahiyê li ber xwe bide” derbas dibe, ji bo gelên Rojava, Filistîn, Îsraîl û Îranê û girtiyên siyasî got.

Dîwana konferansê ji bo girtiyên siyasî ku ji ber têkoşîna xwe ya fikir û azadiyê hatine dilgirtin û bi taybet ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku mîmarê civaka demokratîk a li ser esasê ekolojî û azadiya jinê û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye, banga têkoşîna hevpar kir.

Di salona konferansê de bi boneya Komploya 9’ê Cotmehê standa agahdarkirinê hat vekirin û danasîna pirtûkên Abdullah Ocalan hatin kirin. Her wiha êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêbazên şerê qirêj ên PDK’ê ku bi dewleta Tirk re pêşxistiye, sûîqestên li dijî siyasetmedarên Kurd û êrîşên îmhayê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin teşhîrkirin.

Her wiha di konferansê de bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê û Roja Piştgiriyê starda xebatan hat dayîn.