Li Aurîchê ji bo piştgirîdayîna girtiyan kon hate vedan
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Zelal ji bo piştgirîdayîna girtiyên di greva birçîbûnê de kon hate vedan. Malbatên girtiyan bang li Kurdistaniyên Ewropayê kir ku dakevin qadan.
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Zelal ji bo piştgirîdayîna girtiyên di greva birçîbûnê de kon hate vedan. Malbatên girtiyan bang li Kurdistaniyên Ewropayê kir ku dakevin qadan.
Li bajarê Aurîch ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Zelal ji bo piştgirîdayîna girtiyên di grevên birçîbûnê de kon hate vedan. Wêneyên girtiyên di çalakiyê de li kon hate daliqandin û belavok hatin belav kirin.
Konê piştgirîdayînê saet 11:00’an li navenda bajêr hate vedan. Belavokên agahdarkirinê ku li ser pêvajo û rewşa tenduristiyê ya girtian dikin hatin belav kirin. Malbatên 3 girtiyên di greva birçîbûnê de jî beşdarî li konê piştgirîdayînê amade bûn.
Birayê Mehmet Kurt ê girtî ku meheke di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, Selahattîn Kurt ji ANF’ê re axivî û got; “Divê gelê Kurd û tevayî cîhan piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê bike. Ger îro em bêdeng bin wê sibê pir dereng bibe. Divê tişta ji destê me tê di vê pêvajoyê de em bikin û îro dem dema rabûna ser pêyan e.”
Çalakiya piştgirîdayîna bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.